Sekreterê giştî yê NY Guterres, bi rayedarên Hindistanê û Pakistanê re axifî

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî (UN) Antonio Guterres bi rayedarên dewleta Hindistanê û Pakistanê re di rêya telefonê de axifî. Di axaftina xwe de li ser pirsgirêka Cammu Keşmirê û êrîşa ku li wê derê pêk hatibû axifî û ji rayedarên her dû dewletan xwest ku dijberiya xwe kêm bikin.
Berdevkê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric ragihand ku Guterres bi serokwezîrê Pakistanê bi Şahbaz Şerif û wezîrê kar û barên derve yê Hindistanê bi Subrahmanyam Jaişankar re axifiye.
Li Cammu Keşmirê di 22ê Nîsanê de di êrîşekî terorî de 26 geştiyarên biyanî jiyana xwe ji dest dabûn û 20 kes birîndar bûbûn. Hindistanê ji bûyerê Pakistanê berpirs girtibû. Guterres êrîşê şermezar kir û got:
“Gelek girînge ku kesên bûyerên weha dikin di rêya qanûnan de hesab bidin. Divê mirov ji pevçûnên encama wan trajik xwe dûr bixe û ev mijarekî jiyaniye.”
Guterres her weha ragihand ku ew amadeye çi bikeve aliyê wî bike.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.




