DYA: Em nafikirin ku têkiliyên xwe bi Sûriyê re normal bikin

PeyamaKurd – Wezareta kar û barên derve ya Amerîkayê (DYA) ragihand ku ew nafikirin têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Sûriyê re normal bikin.
Wezîrê kar û barên derve yê DYAyê Marco Rubio di 29ê Nîsan a 2025an de civîna çapemeniyê li darxist û got eger di hevdîtinên navbera Rûsya-Ûkrayna de pêşdeçûn nebin, wê ji karê navbeynkariya wan vekişin.
Rubio li ser têkiliyên bi Sûriyê re got ku ji rayedarên Sûriyê hinek kes seredana DYAyê kirine lê Amerîka niha nafikire ku pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Sûriyê re normal bike.
Rubio, di mijara gengeşeya navbera Hindistanê û Pakistanê de got ku wê di wextekî nêzde bi wezîrê karên derve yên her dû welatan re hevdîtin bike an bi wan re biaxife.
Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.




