Rûsya: Heya rojev neyê amadekirin, hevdîtina Pûtîn û Zelenskî pêk nayê

Rûsya: Heya rojev neyê amadekirin, hevdîtina Pûtîn û Zelenskî pêk nayê

PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku hevdîtineke mihtemel a di navbera Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî de, heta ku rojeveke zelal û li ser lihevkirî neyê amadekirin, nayê plankirin.

Di daxuyaniyên xwe yên ji bo ajansa nûçeyan a Rûsî Ria û televîzyona Amerîkî NBC de, Lavrov anî ziman ku Pûtîn ji bo hevdîtinê amade ye, lê tenê bi şertê ku ew civîn li ser rojeveke berfireh û amadekirî be. Wî got: "Tu hevdîtinek nehatiye plankirin, ji ber ku rojev hîna ne amade ye."

Ev daxuyanî di demekê de tên ku hewlên dîplomatîk ji bo bidawîkirina şerê li Ûkraynayê didomin. Lavrov herweha îşaret bi wê yekê kir ku Rûsya amade ye li ser hin mijarên ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatine pêşniyarkirin, nermiyê nîşan bide.

NATO li ser garantiyên ewlehiyê ji bo Ûkraynayê dixebite 

Li aliyekî din, Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ragihand ku ji bo dabînkirina garantiyên ewlehiyê ji bo Ûkraynayê, danûstandinên aktîf "li gelek astan" berdewam dikin.

Rutte li Kîevê di civîneke çapemeniyê ya hevpar de bi Zelenskî re tekez kir ku ev garantiyên nû dê ji peymanên berê yên wekî Memorandûma Budapeştê û Peymanên Mînskê, ku bi ser neketin, bihêztir û bibandortir bin. Armanc ew e ku garantî bigihîjin astekê ku "Vladimîr Pûtîn Putin li Moskowê rûniştiye, careke din nefikire ku êrîşî Ûkraynayê bike."

Rutte da zanîn ku gotûbêj li ser du astan têne meşandin: ya yekem bihêzkirina artêşa Ûkraynayê û ya duyem jî sozên girêdayî ji aliyê Amerîka û Ewropayê ve. Zelenskî jî diyar kir ku ew li bendê ne garantiyên ku werin dayîn, mîna benda 5an a NATOyê bin, ku êrîşek li dijî endamekî wekî êrîşek li dijî hemûyan dihesibîne.

Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.