Li Qoserê di qezayeke trafîkê de kesekî can da û 9 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, otobuseke şaredariyê ya nav bajaran û TIRek li hev qelibîn. Di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û 9 kesên din jî birîndar bûn.
Qeza li Taxa (Sanayi) Pîşesaziyê ya navçeya Qoserê di xaçerêyekê de pêk hat. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, otobuseke gel a nava bajêr û TIRek ku hejmarên plaqe û nasnameya ajokarên wan nehatine eşkere kirin, li hev qelibîn.
Piştî agahdarkirinê, gelek tîmên tenduristiyê, agirkujî û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ajokarê otobusê ku di wesayîtê de asê mabû, bi hewlên tîmên agirkujiyê hate derxistin.
Di qezayê de bi giştî 10 kes birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û nexweşxaneyên din ên li herêmê. Yek ji birîndaran, welatiyê 65 salî yê bi navê A.T., li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanên bijîşkan nehat rizgarkirin û canê xwe ji dest da.
Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.




