Zanîngeha Exeterê ya Brîtanyayê dê kûrsa zimanê Kurdî veke

Zanîngeha Exeterê ya Brîtanyayê dê kûrsa zimanê Kurdî veke

PeyamaKurd – Zanîngeha navdar a Exeterê, ji bo cara yekem di dîroka xwe de, dê dest bi pêşkêşkirina kûrsekê zimanê Kurdî ya bi zaravayê Kurmancî bike. Kûrsq ku di asta destpêkê de ye, di çarçoveya "Bernameya Zimanên Êvarê" de tê pêşkêşkirin û derfetê dide hem xwendekarên zanîngehê hem jî kesên ji derve ku fêrî zimanê Kurdî bibin.

Tomarkirina navan ji bo kursê dê di 29ê Îlonê de dest pê bike. Koordînatora Bernameyê, Astrid Hermes, di daxuyaniyekê de bal kişand ser giringiya vê pêngavê û got, "Kurdî li seranserê cîhanê zimanekî berbelav e, lê mixabin di saziyên perwerdehiya fermî de kêm tê temsîlkirin."

Hermes armancên kûrsê weha rêz kir: "Beşdar dê şiyanên xwe yên xwendin û nivîsandinê yên bi alfabeya Latînî xurt bikin. Di heman demê de, dê derfeta wan hebe ku çand, dîrok û nasnameya Kurdî ji nêz ve nas bikin. Ev yek dê diyalog û têgihiştina navçandî bi pêş bixe."

Li gorî malpera fermî ya zanîngehê, kûrsa bi navê "Destpêka Kurmancî I" dê bi awayekî înteraktîf û berfireh were pêşkêşkirin. Ew ji bo her kesê ku dixwaze dest bi fêrbûna ziman bike, xwendin û nivîsandina wî kêm be, an jî tenê ji bo meraqê bixwaze agahiyan li ser ziman û çanda Kurdî werbigire, vekirî ye.

Ev pêngava nû, xebatên berê yên Zanîngeha Exeterê yên di warê lêkolînên Kurdî de xurtir dike. Zanîngeh ji sala 2006an ve bi rêya "Navenda Lêkolînên Kurdî" mazûvaniya programên master û doktorayê û arşîveke dîjîtal a Kurdî dike.

Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.