Xezelî: Zextên ji bo hilweşandina Heşdî Şeibî gihîştine asta komployeke metirsîdar

Xezelî: Zextên ji bo hilweşandina Heşdî Şeibî gihîştine asta komployeke metirsîdar

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Tevgera Esaîb Ehlîl Heq, Qeys Xezelî, hişyarî da ku zextên navneteweyî yên ji bo hilweşandin an entegrekirina Hêzên Heşdî Şeibî gihîştine asteke "pir xeternak". Xezelî îdia kir ku ev hewldan beşek ji komployeke derve ye ku Iraqê dike hedef.

Di axaftineke xwe ya duh êvarê de, Xezelî got, "Mijara qanûna Heşdî Şeibî ji mijareke navxweyî derketiye û bûye navneteweyî." Wî bi taybetî Amerîka û Brîtanya tawanbar kir û got, "Ev welat bi rêya medyayê bi awayekî eşkere behsa pêwîstiya hilweşandina Heşdî Şeibî dikin."

Xezelî herweha da zanîn ku Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê, Steven Fagin, bi hin serkirdeyên siyasî yên Iraqî re civiyaye û nîgeraniyên Washingtonê yên derbarê vê mijarê de ragihandiye.

"Armanca rastî jina birina Heşdî Şebî ye" 

Serokê Esaîb Ehlîl Heq pirsî: "Gelo armanca vê nîqaşa heyî tenê derxistina qanûnê ye, an armanca rastî jinavbirin an entegrekirina Heşdî Şeibî ye?" Wî argumana ku "ji ber ku DAIŞ lawaz bûye, êdî pêwîstî bi Heşdê nîne" wek "bêrêzî" bi nav kir û got ku ev nêrîn gefên din ên wekî projeya Îsraîlê ya ji bo "parçebûneke nû" li herêmê paşguh dike.

Xezelî tekez kir ku israra li ser hilweşandina Heşdî Şeibî, "komployekê ji bo derbeyekê li Iraqê û projeyekê eşkere dike ku heta Heşdî Şeibî hebe, nikare pêk were."

Pêşnûmaya li parlementoyê 

Ev daxuyanî di demekê de ne ku pêşnûmeya qanûna Heşdî Şeibî li parlamentoya Iraqê li benda dengdanê ye. Pêşnûmeya ku ji 18 madeyan pêk tê, Heşdî Şeibî weke beşek ji hêzên çekdar ên fermî yên Iraqê di bin fermandariya giştî de pênase dike.

Heşda Şeibî di sala 2014an de, piştî fetwaya Ayetullah Elî Sîstanî ya li dijî DAIŞê hat damezrandin. Li gorî budceya sala 2024an, hejmara endamên wê 238,075 kes in û budceya wê ya salane 4.5 trilyon dînar e.

Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.