Artêşa Tirk li Amêdiyê rê li vegera gundiyên koçberbûyî girt

Artêşa Tirk li Amêdiyê rê li vegera gundiyên koçberbûyî girt

PeyamaKurd – Îro, Roja Şemiyê, hêzên artêşa Tirkiyeyê nehiştin ku bi dehan malbatên koçber ên ji navçeya Amêdiyê vegerin ser gund û zeviyên xwe yên li devera Çiyayê Metîna, û ew ji çinîna berhemên wan ên havînê bêpar hiştin.

Welatiyên gundê Koherziyê ku bi salan e ji ber şerê di navbera artêşa Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ji warên xwe derketine, ji Ajansa Nûçeyan a Şefeqê re ragihand ku dema wan hewl da vegerin, yekîneyeke leşkerî ya Tirk ew rawestandin.

Mixtarê gund, Ehmed Seadallah, diyar kir ku zêdetirî 40 welatî ji aliyê nêzîkî 20 leşkeran û wesayîteke zirxî ve hatin astengkirin. Li gorî gotina wî, leşkeran herêm weke "herêmeke leşkerî ya girtî" îlan kir û piştî hewldan û danûstandinên ku du saetan dom kirin, gundî neçar man ku bi paş ve vegerin.

Seadallah herweha anî ziman ku gundê Koherziyê niha hema hema bi tevahî wêran bûye, zeviyên wan ên çandiniyê hatine şewitandin û jiyana wan a aborî bi temamî têk çûye.

Di heman demê de, li herêma Çiyayê Garê ya nêzîk, malbatên ji gundên Spîndarî, Mizhî û Kewna Mizhiyê jî ragihand ku ew piştî sê salan cara yekem vegeriyan ser erdên xwe, lê tenê rastî kavil, baxçeyên şewitî û xaniyên hilweşandî hatin.

Tevî ragihandina gavên ji bo çekdanînê ji aliyê PKKyê ve, hebûna baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li gelek deverên Herêma Kurdistanê berdewam e û ev yek jî tevgera welatiyên sivîl bi awayekî cidî sînordar dike.

Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.