Şamê hilbijartinên li 3 parêzgehên derveyî kontrola xwe paş xist

Şamê hilbijartinên li 3 parêzgehên derveyî kontrola xwe paş xist

PeyamaKurd – Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku hilbijartinên parlamenê yên plankirî li parêzgehên Reqa, Hesekê û Siweydayê bi hinceta "kêşeyên ewlehiyê" hatine bipaşxistin. Ev biryar di rastiyê de nîşana wê yekê ye ku Şam nikare li van herêman, ku bi pratîkî ne di bin desthilatdariya wê de ne, proseya hilbijartinê birêve bibe.

Reqa û Hesekê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne, û Siweyda, ku piraniya xelkê wê Durzî ne, daxwaza xweseriyê dike. Komîsyona Bilind a Hilbijartinê diyar kir ku bipaşxistin ji bo demekê nediyar e, lê kursiyên parlamenê yên van herêman dê werin parastin heta ku şert û merc ji bo hilbijartinan guncaw bibin. Hilbijartinên li deverên din ên Sûriyeyê dê di navbera 15-20ê Îlonê de pêk werin.

Ev nivîs 118 car hatiye xwendin.