Heyeta ji Sûriyê îşev diçe seredana Bexdayê

Heyeta ji Sûriyê îşev diçe seredana Bexdayê

PeyamaKurd – Maslahatguzarê Iraqê yê li Şamê Yasin Şerif El-Hacimi ragihand ku wê heyetekî ji Sûriyê îşev seredana Bexdayê bike.

El-Hacimi, ji bo Rûdawê gotiye ku wê îşev heyetekî Sûriyê di bin serpereştiya cîgirê wezîrê rewşên lezgîn yê Sûriyê Munir Mustafa de seredana Bexdayê bike. Rayedarê Iraqê gotiye:

“ Wê ziyaret ji bo desteka Iraqê ya ku li sînorên Sûriyê di şewatên ku derketibûn ji bo desteka Iraqê wê sipasiya Iraqê bike û hem ji bo silavên hemkarê wî yê hukumeta Sûriyê bigihîne hemkarê wî, wê seredan bike.”

Li gor El-Hajimi; wê seredana heyetê sê roj dewam bike û wê di rojeva wan de Munir Mustafa seredana wezîrê karên navxwe yê Iraqê Abdul Amir El-Şammari û ji wezareta karên navxwe dê seredana musteşarê ewlehiyê ya Samko Nazım Amin bike û wê hevdîtinên dualî bikin.

Wê heyet seredana rêvebiriya bergiriya sîvîl bike,da  ji tecrubên wan fêde bibînin û hem alavên pêwendîdar yên di destê Iraqê de ne, bibînin.

Iraq, di nîvê meha Temmûzê de ji bo vemirandina agirê li bajarê Lazkiyê 20 tîmên îtfaiyê şandibû Sûriyê. Iraqê ji bo Rûdawê ragihandibû ku tîmên îtfaiyê ji bajarê Anbarê şandibûn Sûriyê.

Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.