DYAyê cezayên nû li ser petrola Îranê ferz kir

DYAyê cezayên nû li ser petrola Îranê ferz kir

PeyamaKurd - Rêveberiya DYAyê toreke barkirin û şandinê li lîsteya xwe ya cezayan zêde kir ji ber ku tê îdiakirin ku petrola Îranê wekî petrola ji Iraqê tê firotin.

Wezareta Xezîneyê ya DYAyê ragihand ku Ofîsa Kontrolkirina Mal û Milkên Biyanî (OFAC) ji ber qaçaxçîtiya petrola Îranê ceza li ser toreke barkirin û şandinê ferz kiriye.

Daxuyaniyê rave kir ku tor bi tevlihevkirina nepenî ya petrola Îranê bi petrola Iraqê ve dixebite û ev bi zanebûn wekî petrola tenê ji Iraqê tê firotin da ku ji cezayan dûr bikeve.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku vê rewşê hem ji bo Waleed al-Samarra, hemwelatiyê Iraqî û Saint Kitts û Nevis û karsazê ku serokatiya torê dike û hem jî ji bo Îranê bi sedan mîlyon dolar dahat çêkiriye.

Wezîrê Xezîneyê yê DYAyê Scott Bessent, di nirxandina xwe ya li ser mijarê de tekez kir ku divê Iraq nebe "stargehek ewle ji bo terorîstan", û ji ber vê yekê DYA dixebite ku bandora Îranê li welêt sînordar bike.

Bessent destnîşan kir ku bi hedefgirtina dahatên petrolê, ew ê şiyana Îranê ya êrîşan li dijî Amerîka û hevalbendên wê bêtir qels bikin û got, "Em ji bo dabînkirina petrolê ya serbixwe ji Îranê pabend dimînin û em ê hewlên xwe yên ji bo têkbirina hewldanên Tehranê yên ji bo dûrketina ji dorpêçên Amerîkî bidomînin."

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.