Girtiyekî Kurd bi awayekî bi guman li Girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê can da

PeyamaKurd – Duh, roja Sêşemê, 2yê Îlona 2025an, hat ragihandin ku girtiyê Kurd Emîr Emîrî, yê 40 salî û xelkê bajarê Sehne yê parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, li girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê bi awayekî bi guman canê xwe ji dest daye. Mirina wî piştî ku daxwaza wî ya ji bo tedawiya bijîşkî hatibû bipaşguhxistin, pêk hat.
Li gorî agahiyên ku Saziya Mafê Mirov a Hengawê belav kiriye, Emîr Emîrî roja Pêncşemê, 28ê Tebaxa 2025an, di şert û mercên nediyar de can daye.
Kesûkarên Emîrî daye zanîn ku wî di pêwendiyeke telefonî de gotibû ku rewşa wî ya tenduristiyê ne baş e û daxwaza alîkariya bijîşkî kiriye.
Piştî vê daxwazê, malbatê 3 rojan tu agahî jê wernegirtiye, heta ku ji aliyê birêvebiriya girtîgehê ve tên agahdarkirin ku kurê wan canê xwe ji dest daye. Ev bêdengiya 3 rojan û nebersivandina daxwaza wî ya ji bo dermankirinê, gumana li ser mirina wî zêdetir dike.
Emîr Emîriyê ku 2 sal berê bi tohmetên girêdayî madeyên hişbir hatibû girtin, ji aliyê Dadgeha Komara Îslamî ya rejîma Îranê ve cezayê bidarvekirinê lê hatibû birrîn.
Girtîgeha Qizilhesarê wek yek ji cihên herî bi nav û deng ji bo bidarvekirina girtiyan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê naskirin. Rêxistinên mafê mirov bi berdewamî balê dikşînin ser şert û mercên xerab ên girtîgehê û binpêkirina mafên girtiyan.
Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.




