Li Amedê dema avajiya 11 qat hildiweşandin ew bi xwe hilweşiya

Li Amedê dema avajiya 11 qat hildiweşandin ew bi xwe hilweşiya

PeyamaKurd – Li Amedê di erdheja 6ê Sibatê de gelek avahî xesarê dîbûn û hêzên dewletê avahiyan vala kiribûn. Li navça Peyasê (kayapınar) li taxa Diclekentê apartmana 11 qatî ya xesar dîbû, dema dixebitîn da hilweşînin ew bi xwe hilweşiya.

Ji ber ku berê tedbîrên xwe sitendibûn, zerar negiha can û mal lê dumana wê gelek bilind bû û xelkê li der û dorê di nava toz û dûmanê de man. Niha dixebitin da enqaza avahiyê ji ortê hilînin.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.