Hejmara kuştiyan di pevçûnên li Siwêdayê de zêde dibe

PeyamaKurd – Hejmara kuştiyan di pevçûnên di navbera komên çekdar ên Durzî û Bedewî de li bajarê Siwêdayê yê başûrê Sûriyeyê ji sibeha Yekşemê 13ê Tîrmehê ve gihîştiye 1120an.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hejmara kuştiyan di pevçûnên di navbera komên çekdar ên Durzî û Bedewî de ji sibeha Yekşemê 13ê Tîrmehê ve gihîştiye 1120an.
Di daxuyaniyê de herwiha hate gotin ku 427 ji wan kesên ku hatine kuştin endamên komên çekdar ên Durzî ne, 298 jî sivîlên Durzî ne.
Di daxuyaniya Çavdêriyê de herwiha hate destnîşankirin ku 354 endamên hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê û 21 Bedewî, di nav de 3 sivîl, hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de herwiha hate destnîşankirin ku 15 endamên din ên hêzên ewlehiyê di êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê de hatine kuştin.





