Girtiyekî Kurd di zindana Mehabadê de bi awayekî bi guman can da

PeyamaKurd – Qadir Resûlpûr, girtiyê siyasî yê Kurd (53) ji bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, êvara 18ê Tîrmeha 2025an di Girtîgeha Navendî ya Mehabadê de, beriya berdana xwe bi çend saetan, bi awayekî bi guman can da.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê, daxuyaniya rayedarên girtîgehê ya derbarê mirina wî de ne zelal e û bû sedema şik û gumanan li cem kesûkarên wî.
Malbata Resûlpûr, piştî derengketina berdana wî, bi girtîgehê re têkilî danî, lê rayedaran ji wan re ragihand ku Resûlpûr di serşoka girtîgehê de “ji ber krîza firkbûnê” (hewale) miriye. Lê belê, malbatê ev daxuyanî red kir û diyar kir ku tu nexweşî an pirsgirêkên tenduristiyê yên Resûlpûr ên demdirêj tunebûn.
Hat ragihandin ku di hevdîtina dawî ya 16ê Tîrmehê de, wî ji malbata xwe re gotibû ku ew ê di nava 2 rojan de bê berdan.
Cendekê wî ji bo lêkolînê ji bo lêkolîna edlî rakirin nexweşxaneyeke Ûrmiyeyê veguhesti.
Hengawê derbarê wî de diyar ku Qadir Resûlpûr di salên 1984-1990î de endamê Partiya Komeleyê bû û ji ber çalakiyên xwe yên siyasî 8 sal di girtîgehê de mabû.
Ew di 8ê Sibata 2025an de, piştî êrîşeke hêzên ewlehiyê ya li mala wî ya li taxa Pişt Tepe ya Mehabadê, hatibû girtin û bi tohmeta “propagandaya li dijî hikûmetê” 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Ev nivîs 255 car hatiye xwendin.





