MEE: Tirkiye û Amerîkayê ji HSDê xwestin heta 30 rojan tevlî artêşa Sûriyê bibe

PeyamaKurd- Weşana Midle East Eye (MEE) îdia kir ku Tirkiye û Amerîkayê, hişyarî dane Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê û HSDê ku heta 30 rojan bi rêveberiya Şamê re li hev bikin û hêzên xwe entegreyî wan bikin.
Li gorî agahiyên ji aliyê Middle East Eye ve hatine bidestxistin, DYA û Tirkiyeyê 30 roj muhlet dane Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku pêvajoya entegrebûna xwe ya bi hikûmeta Şamê re bi dawî bikin.
Ev biryar, piştî civîneke di navbera rayedarên Amerîkî û Tirk de li Sûriyeyê hat dayîn. Çavkaniyekî ji MEE re ragihandiye ku ji HSDê re hatiye gotin ku hemû yekîneyên wan ên çekdarî dê tevlî artêşa Sûriyê neyên kirin.
Heta niha pêvajoya entegrasyonê bi awayekî hêdî diçû, ji ber ku HSD û komên din ên Kurd xweserîyê dixwazin û di nava artêşa Sûriyeyê de israr dikin ku xwedî fermandarî û binyada xwe ya leşkerî bin.
Balyozê Amerîka yê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack, diyar kir ku Washington yekbûna Sûriyeyê, artêş û dewleteke yekgirtî dixwaze. Herwiha Barrack destnîşan kir ku heke di navbera her du aliyan de lihevkirin çênebe, DYA dê her dem li Sûriyeyê nemîne.
Rayedarên Tirk jî di civînê de daxwaz kirine ku derbarê tûnêlên li ser sînorê Tirkiyeyê û embarên çekan ên li deverên sivîl hatine avakirin de agahî werin dayîn.
Danûstandin hêj didomin
Hêj jî danûstandin berdewam in, lê dibe ku rewşa herêmê ya ji ber êrîşên esmanî yên Îsraîlê yên li ser Şamê û şerên li Siweydayê, bandorê li ser danûstandinan bike. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihandiye ku ew piştgiriyê didin rêveberiya Ehmed El Şara ya li Şamê û parçekirina Sûriyeyê qebûl nakin.
Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.




