Otobus wergeriya binê rê: 27 kes birîndar bûn

Otobus wergeriya binê rê: 27 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Tirkiye otobusa ku ji Îstenbolê diçû Îzmîrê li ser ajotvan kontrola otobusê wenda kir, otobus wergeriya binê rê û di encamê de 27 rêwî birîndar bûn.

Bûyer seet di 19.30an de çêbû. Tîmên UMKE, îtfaiyê, tenduristiyê û AFADê çûn ciyê bûyerê. Otobusê vala kirin û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên nêzî bûyerê.

Parêzgerê Balıkesirê İsmail Ustaoğlu di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku jimara birîndaran 27e û têra wan ambulans û tîmên tenduristiyê, îtfaiyê, UMKE û AFADê şandine ciyê bûyerê û şandina birîndaran bo nexweşxaneyan dewam dike.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.