Devlet Bahçeli: Elewî û Kurd tev yên mene

PeyamaKurd – Serokê MHPê Devlet Bahçeli berê gotibû ku dibe cîgirê serokkomar yek jê Kurd û yek jê Elewî be. Li ser di raya giştî de gelek kes an prtî li dijî mijarê derketin û rewşa Tirkiyê ya niha bi Lubnanê ve girêdan. Li ser mijarê Devlet Bahçeli bi nivîskî tîşke xist ser daxwuyaniya xwe û got:
“Yek ji cîgirê serokkomarê Tirkiyê Elewî û yek jî dibe Kurd be. Me weha şirove kiriye. Kesên vê fikrê û teklîfa siyasî bi Lubnanê re têkildar dike, mijarê bi zanîn diguhêre. Em partiya MHPê, pirsgirêkên ku welatê me meşxûl dikin, ji bo her yek ji wan xwediyê fikrên çarseriyêne û bi têkoşîna siyasî em xwediyên teklîfên çareseriyê û mayînde hene. Ya rast û xwezayî jî ev e…”
Devlet Bahçeli her weha ragihand ku Elewî,Kurd hemû yên Tirkiyê ne û diqanûnan de ti ferq di navbera wan de tine.
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.




