Li Hewlêrê îsal zêdetirî 121 hezar ton genim hate wergirtin

Li Hewlêrê îsal zêdetirî 121 hezar ton genim hate wergirtin

PeyamaKurd- Rêveberê Sayloya Hewlêrê ragihand ku îsal berhema genim gelek baş bû û li Sayloya wan zêdetirî 121 hezar ton genim ji cotkaran hatiye wergirtin ku wê di demeke nêzîk de dest bi dayîna pereyê cotkaran bikin.

Rêveberê Sayloya Hewlêrê Mîran Bextiyar îro 21ê Tîrmeha 2025an, ji medya Kurdistanê re ragihand: “Ji 19ê vê mehê ve, li gor biryara Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê, deriyên Sayloyan hatin girtin. Li Sayloya Hewlêrê miqdara genimê ku ji bo îsal hate wergirtin, zêdetirî 121 hezar ton bû. Ev yek cihê kêfxweşiya me bû, ji ber ku me pêşbînî dikir 122 hezar ton were wergirtin.”

Mîran Bextiyar got: “Birê genimê ku ji cotkarên sînorê Dîbege û Giwêrê hatiye wergirtin 26 hezar ton bû û kalîteya genimê îsal bi giştî gelek baş bû.”

Derbarê mafên darayî yên cotkaran û çarenûsa genimê mayî de, Rêveberê Sayloya Hewlêrê destnîşan kir ku niha proseya şandina pereyê cotkaran dest pê dike û got, pêwîst e ew genimê ku li qadan maye û birê wê zêdetirî 45 hezar ton e, bi lez ji bo aşan were şandin.

Hêjayî gotinê ye, îsal li gor plana Hikûmeta Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê diyar kiriye bi giştî 400 hezar ton genimê cotkarên Herêmê hatiye wergirtin.

Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.