Serokwezîrê Iraqê bi fermandarê giştî yê CENTCOMê re civiya

Serokwezîrê Iraqê bi fermandarê giştî yê CENTCOMê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani bi fermandarê Amerîka yê Hêzên Navendî (CENTCOM) General Michael Kurilla û heyeta pêre civiya. Her dû teref behsa têkiliyên her dû terefan kirin. Di hevdîtinê de maslahatguzarê balyozxana Iraqê Steve Fagin jî amade bû.

Di nav heyeta DYA de, fermandarê nû yê koalisyona têkoşîna bi terorê ya li Sûriyê û Iraqê Tuxgeneral Kevin Lampert û fermandarê berê yê koalîsyonê General Kevin Leahy hebûn. Ofîsa serokwezîrtiya Iraqê hevdîtinê weha ragihand:

“Di hevdîtinê de hevkariya di navbera Iraqê û koalîsyonê de û pêvajoya derbasbûna asteka dinê axifîn. Hem di hevdîtinê de behsa têkiliyên ewlehiyê yên navbera welatên koalîsyonê û Iraqê û li ser amadekariyên wê axifîn. Her weha xebatên Komîta Bilind ya Koordînasyonê ya navbera Iraqê û DYAyê, hevkariya asayîşê, pêşdeçûnên li Sûriyê û ewlehiya Herêma Kurdistanê mijarên wan yên din bûn.”

Serokwezîr Sûdanî behsa berlêgirtina pevçûnan û rêzgirtina li desthilata welatan kir. Di vê çarçovê de Sûdanî got ku peymanên Neteweyên Yekgirtî, biryarên navdewletî û tevgeryana li ser bingeha diyalogê, divê esas be. Dewama xebatên dîplomatîk, ewlehiya herêmê û hevkariya ji bo îstîqrarê divê zêdetir bên kirin.

Li Iraqê 2500 leşker û li Sûriyê 900 leşkerên DYAyê hene ku ji bo nehêlin IŞİD veje û ber lê bigrin dixebitin.

Wezîrê bergiriyê yê Iraqê di 6ê Hezîranê de li ser mayîna hêzên koalîsyonê ya li Iraqê gotibû:

“Koordînasyona bi koalîsyonê re dewam dike û di teqwîna vekişîna wan ya ji Iraqê de ti guherîn nebûye. Li gor pêşbîniyan; wê hêzên koalîsyonê heya dawiya Êlûnê ji hinek deverên Iraqê vekişin û herin Herêma Kurdistanê.”

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.