Papayê Vatîkanê Netanyahû bi Serokê Filîstînê re jî axivî

PeyamaKurd- Serokê ruhanî yê Katolîkan Papa Leo yê 14emîn, piştî destpêkirina erka xwe cara yekem bi Serokê Dewleta Filîstînê Mahmud Abbas re bi telefonê axivî.
Vatîkanê li ser axaftina telefonê ya di navbera Papa û Abbas daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Papa careke din banga pabendbûna tam bi hiqûqa mirovî ya navneteweyî li Şerîda Xezeyê kir. Wî bi taybetî tekezî li ser erka parastina sivîlan û cihên pîroz, herwiha li ser qedexeya bikaranîna hêzê ya bê cudahî û neçarîkirina koçberiya niştecihan kir."
Li gorî Vatîkanê, Papa Leo yê 14emîn anî ziman, "pêdiviyeke lezgîn e ku alîkarî ji bo kesên herî lawaz ên ku bandora encamên pevçûnê li ser wan heye, were peyda kirin û rê ji bo gihandina alîkariyên mirovî bê vekirin."
Hêjayî gotinê ye, Papa roja Înê jî bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu bi rêya telefonê axivî bû.
Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.




