Zelenskiy pêşniyara danûstandinên nû kir, Rûsyayê bersiv da

Zelenskiy pêşniyara danûstandinên nû kir, Rûsyayê bersiv da

PeyamaKurd- Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ragihand ku wî ji bo hefteya bê pêşniyara danûstandinên nû bi Rûsyayê re kiriye ku ji destpêka meha Hezîranê ve rawestiyabûn.

Her ku du civînên berê yên li Stenbolê di derbarê agirbestekê de ti pêşketin bi xwe re ne anîbin jî, lê li ser pevguhertina girtiyan û vegerandina cenazeyên leşkeran lihevkirin pêk hatibû.

 Zelenskiy tekez kir ku ji bo ku aştiyeke mayînde çêbibe, hevdîtineke rûbirû di navbera wî û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de pêwîst e.

Li hemberî vê pêşniyara Ukraynayê, Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov jî daxuyaniyek erênî da û destnîşan kir ku Rûsya jî alîgirê lidarxistina gera sêyemîn a danûstandinan e û ragihand, dema lihevkirina li ser rojekê çêbibe, ew ê civînê eşkere bikin.

Berdevkê Kremlînê bi bîr xist ku her du aliyan berê hin pêşnûmeyên dîplomatîk pêşkêşî hev kirine, lê ew nakok in û ji bo ku çareserî çêbibe, hewldaneke dîplomatîk a mezin hewce ye.

Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.