Tom Barrack: Piştgiriya ji bo Sûriyeyê dê bidome, lê desttêwerdana Îsraîlê di wextekî xelet de bû

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê Tom Barrack, di serdana xwe ya Beyrûtê de, piştgiriya Washingtonê ya ji hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re dubare kir û got ku desttêwerdana dawî ya Îsraîlê ya li Siwêdayê û Şamê di dema nebaş de bû, ku vê yekê aramiya herêmê tevlihev kir.
Barrack ji Ajansa Associated Pressê re axivî û behsa pevçûnên navbera Durzî û Bedewiyên Sune yên li Siwêdayê kir, ku tê de bi sedan kes hatin kuştin û malên Durziyan hatin talankirin.
Artêşa Sûriyeyê piştgirî da Bedewiyan, lê piştî agirbestekê vekişiya. Îsraîlê jî li ser navê Durziyan êrîşî karwanên hikûmetê û baregeha Wezareta Parastinê kir, ku hê jî şer û krîza li Siwêdayê didome.
“Desttêwerdana Îsraîlê rewş aloztir kir”
Barrack tekez kir ku Amerîka ev êrîş erê nekiriye û got, “Hikûmeta Sûriyeyê bi çavkaniyên sînordar hewl dide welat yekgirtî bihêle, lê divê rayedar ji binpêkirinan berpirsyar bin.”
Wî destnîşan kir ku agirbesta dawî tenê Siwêdayê digire nav xwe û danûstandinên bi HSDyê re didomin ji bo ku tev li “artêşekeke neteweyî bibin”, bêyî ku şer astengiyê derxin.
Li Lubnanê, Barrack got ku agirbesta bi Hizbullahê re “kar nake” ji ber êrîşên domdar ên Îsraîlê. Wî tekez kir ku çekberdana Hizbullahê mijareke navxweyî ya Lubnanê ye û Amerîka tenê li çareseriyeke dilxwaz digere.
Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.





