Li Almanya ji bo 500 Euroyan du grûbên Rihayî pev çûn: 1 mirî, 2 birîndar

Li Almanya ji bo 500 Euroyan du grûbên Rihayî pev çûn: 1 mirî, 2 birîndar

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li paytexta Almanya Berlînê, di dawiya hefteyê de di navbera du grûbên ji bajarê Riha ya Bakurê Kurdistanê de pevcûn çêbû. Hate zanîn ku di encama şer û pevçûna aliyan de kesekî can daye û 2 kes jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariya pevçûna navbera aliyan roja Şemiyê li derdora saet 21:00ê dema Berlînê, li ser "500 Euroyên ku ji firotina maleke berê mane" rû daye.

Di şerê ku li pêşiya kafeyekê li ser kolana Bastian a li taxa Gesundbrunnenê derketiye de, Mesut Atsizê 30 salî bi kêrê giran birîndar bû. Atsiz tevî hemû hewldanan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Polîsê Alman, kesekî 25 salî binçav kir

Polîsê Alman, kesekî 25 salî bi gumana ku bûye sedema mirina Atsiz, binçav kir. Lêpirsîna polîsên Berlînê ya li ser bûyerê didome. Hate ragihandin ku karûbarên otopsiya cenazeyê berdewam dike û wê cenazeyê Atsiz bo Rihayê bê şandin.

Ev nivîs 131 car hatiye xwendin.