Îngîltere di enerjiyê de givaşê danî ser 137 tankêr û şîrketên bi Rûsya re dixebitin

PeyamaKurd – Dewleta Îngîltere ji bo Rûsyayê di seha enerjiyê de qels bike û dahata Rûsyayê ya di enerjiyê de kêm bike, givaşan danî ser 137 tankêr û şîrketan. Hedefa givaşan dahata petrola Rûsyayê ye.
Wezareta kar û barên derve ya Îngîltere ragihand ku wê ev givaşên han, dahata petrola Rûsyayê kêm bike û filoya Rûsyayê ya ku di derveyê xwe de çêkiriye, wê bike ku nexebite. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:
“Givaşên nû ya me daniye ser filoya navborî, ji sala 2024an heya niha bi miqdarê 24 milyar dolarî îş kiriye, petrolê biriye û aniye û di nav de 135 tankêrên petrolê hene. Her weha di nav lîsta givaşê de 2 şîrketên gihandina deryayê ya petrolê dibin û tînin hene.”
Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.




