Kalin wê serdana DEM Partiyê bike

Kalin wê serdana DEM Partiyê bike

PeyamaKurd – Rêveberê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MIT) Îbrahim Kalin wê serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM) bike.

Li gorî nûçeyên çapemeniyê, Rêveberê MÎT Kalın wê îro (Duşem, 21ê Tîrmehê) saet 15:30an de li Parlamentoyê serdana DEM Patiyê bike.

Hat ragihandin ku Îbrahim Kalın wê bi Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimoğullari û Tuncer Bakirhan, û herwiha bi Cîgirên Serokên Koma Parlamentoyê Gulîstan Kiliç Koçyigit û Sezai Temelli re bicive.

Hat ragihandin ku Rêveberê MÎTê Kalin wê berî serdana DEM Partiyê saet 14:00an de li Parlamentoyê serdana Partiya Edalet û Geşepêdanê (AK Parti) bike.

Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.