Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin serdana DEM Partiyê kir

Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin serdana DEM Partiyê kir

PeyamaKurd- Serokê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, îro 21ê Tîrmehê di çarçoveya xebatên pêvajoya çekberdana PKKê de ku serdana partiyên siyasî dike, çû serdana Koma DEM Partiyê ya parlamentoya Tirkiyeyê.

Kalin, ji aliyê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari û Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û Gulîstan Kiliç Koçyigit ve hate pêşwazîkirin.

Hate zanîn ku di civîna ji medyayê re girtî pêk hat de, Kalin li ser xebatên pêvajoya Îmralî û çekberdana PKKê de û rewşa dawî dawî, agahî da berpirsên DEM Partiyê.

Civîn bi qasî saetek û 10 deqîqeyan dom kir. Kalin beriya DEM Partiyê jî bi komên AK Partî û MHPê re civiyabû.

Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.