Li devera Mircawehê ya Îranê mayîna leşkerî teqiya û 2 birayên Belûc can dan

Li devera Mircawehê ya Îranê mayîna leşkerî teqiya û 2 birayên Belûc can dan

PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Sîstan-Belûcistanê mayîna ku artêşa Îranê çandibû ya li ser sînorê devera Mîrcawehê, dema mayîn teqiya bû sedema mirina 2 birayên Belûc yên bi navên Mehrallah Ijbari (15) û Şekarallah Ijbaari (16).

Teqîn di roja 4ê Êlûnê de çêbû. Her dû bira li devera Mîrcawehê li Tahlabê diman an ku îqametgaha wan wê derê bû. Ajansa bi navê Halweş ya devera Sîstan û Belûcistanê ragihand ku di wexta mayîn teqiya, her dû bira li sînorê Tahlabê di nav zeviya malbata xwe de dixebitîn û ajans bûyerê piştrast kir.

Artêşa Îranê deverê kiriye seha mayînan û li deverê gelek caran mayîn diteqin û gelek kes dimrin.

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.