Îsraîlê avahiya herî bilind a Rojavayê Xezeyê bombe kir

Îsraîlê avahiya herî bilind a Rojavayê Xezeyê bombe kir

PeyamaKurd- Piştî daxuyaniyên wezîrê parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ku got, ew ê ‘deriyên dojehê’ li Xezayê vekin, artêşa Îsraîlê burca El Muşteha ya bilind a li rojavayê bajarê Xezeyê bombebaran kir.

Li gorî nûçeya SkyNewsê, berîya bombebaranê ji kesên nav avahiyê hat xwestin vala bikin ku wê êrîşeke asîmanî li dijî wê pêk bê.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz li ser Xê belav kir, li Xezeyê 'deriyên dojehê' vebûne û li bajarê Xezeyê wê oprasyonên leşkerî giran bibin.

Katz got: "Li Xezeyê kilîda deriyên dojehê vebû" û ragihand, ji bo avahiyeke ji gelek qatan pêk tê fermana destpêkê ya veguhestinê hatiye dayin.

Herwiha Katz diyar kir, "Dema ku derî vebû wê careke din neyê girtin û artêşa Îsraîlê wê karê xwe zêde bike" û hişyarî da Hamasê: "Ji bo bidawîkirina şer şert û mercên Îsraîlê qebûl bikin, yanî beriya her tiştî berdana hemû dîlgirtiyan û bêçekbûn, yan jî tine bibin."

Bi daxuyaniyek fermî artêşa Îsraîlê ragihand, tevgera Hemasê ev burc ji bo êrîşên xwe li dijî hêzên wê bi kar dianî ku di bin burcê de tunel hene, ji bo kemîn û rêyên qaçaxçîtiyê hatine bikaranîn.

Rêveberiya burcê jî ew îdiayên Îsraîlê yên bikaranîna burcê ji bo armancên leşkerî red kir.

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Hemasê Izet El Reşiq got "Hewldanên dijmin ên rewakirina êrîşa dijî burcê û wêrankirina bajarê Xezeyê bi îdiayên derew, hincetên eşkera ne."

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.