Netanyahû: Em ê li Refahê bajarekî alîkariyê ava bikin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ragihand ku Îsraîl plan dike li Refahê, li başûrê Şerîda Xezeyê, "bajarekî alîkariya mirovî" ava bike û ji bo vê yekê "herêmê amade dike."
Li gorî nûçeya rojnameya Haaretz, Netanyahû planek erê kir ku Tîrmeha borî ji aliyê Wezîrê Parastinê Yisrael Katz ve hatibû ragihandin, lê ji ber rexneyan û lêçûnên zêde ew plan hatibû rawestandin.
Rojnameyê diyar kir ku tê plan kirin "bajarekî alîkariya mirovî" li ser xirbeyên Refahê, di navbera Morag û Mîhwerên Filadelfiya (Selahedîn) de, were avakirin, da ku herêmek dûrî kontrola Hamasê ava bibe ku şêniyên Xezeyê bikaribin xwe bispêrinê û alîkariyên mirovî wergirin.
Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî berê fikarên xwe anîbû ziman û gotibû ku ev pêşniyar, ligel banga "veguhestina dilxwazî" ya Filistîniyên li Xezeyê bo welatên sêyemîn, "fikaran derbarê koçberkirina bi zorê de çêdike."
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.




