Netanyahû: Wê Îsraîl Xezeyê kontrol bike û paşê radestî rêveberiya Ereb bike

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahî îro Pêncşemê ragihand ku Îsraîl dê Şerîda Xezeyê neyîne ser axa xwe, lê dê "ji bo ewlehiyê" kontrola wê herêmê bigire û paşê rêveberiya wê radestî hikûmeteke demkî ya bi pêşengiya hêzên Ereb bike.
Netanyahû di hevpeyvînekê de ligel kanala televîzyonê ya Amerîkî Fox News de axivî û got: "Em dixwazin vê yekê bikin da ku ewlehiya xwe misoger bikin, Hemasê ji wir derxin, rê bidin ku gelê Xezeyê azad bibe û hikûmeta wan radestî hikûmeteke sivîl ya bêyî mîlîsên îslamîst bikin."
Netanyahû tekez kir ku Îsraîl naxwaze Şerîda Xezeyê bîne ser axa xwe, lê dixwaze "sînorekî ewlehiyê" çêbike. Li ser pirsên rojnamevan Bill Hemmer, Netanyahû got: "Em dixwazin wê radestî hêzên Ereb bikin ku wê bi awayekî guncaw bi rê ve bibin bêyî ku gefan li me bixwin û ji xelkê Xezeyê re jiyaneke baş peyda bikin."
Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.




