Rûsyayê Ukrayna da ber topan

Rûsyayê Ukrayna da ber topan

PeyamaKurd- Rûsyayê êrîşeke topan bir ser bajarê Kostiantînîvkayê yê li rojhilatê Ukraynayê û di encamê de herî kêm 3 kes mirin.

Di demeke ku Amerîka ji bo bidawîkirina şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de hewlên dîplomatîk didomîne, Rûsyayê êrîşên dijwar ên ser Ukraynayê zêde kirin.  Rûsyayê bi topan êrîşî bajarê bajarê Kostiantînîvkayê yê li herêma Donetskê ya li rojhilatê Ukraynayê kir. Di êrîşê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Parêzgarê Herêma Donetskê Vadym Fîlashkîn got, Rûsyayê heşt êrîş pêk anîne û herwiha herêmeke bazarê jî bûye armanc û got: "Rûs bi qestî êrîş dikin da ku bi qasî ku karibin sivîlan bikujin û seqet bikin."

Kostiantînîvka ji bo hêzên Ukraynayê di şerê li dijî Rûsyayê de demeke dirêj e weke navendeke lojîstîk a girîng e.

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.