Xortê ket ava Pulumur a Dêrsimê tê de fetisî

Xortê ket ava Pulumur a Dêrsimê tê de fetisî

PeyamaKurd – Li herêma Dêrsimê xortê bi navê Ali M. (22) ji bo xwe hînik bike ket ava Pulumurê û di avê de fetisî. Bûyer li Parka Xwezayî ya Navendê ya Örenönü qewimî.

Piştî Ali M. ket avê û ji ber çavê xelkê wenda bû, xelkê xeberê da tîmên tenduristiyê, AFADê, UMKE û cendirmeyan. Piştî xebatê, tîm karibûn xwe bigihînin cesedê Ali M.

Cesed ji bo otopsiyê birin morga nexweşxana dewletê ya Dêrsimê.

Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.