Îsraîlê qanûnek derxist ji bo kontrolkirina bi tevahî ya Xezeyê

PeyamaKurd – Îro, roja Duşemê, 5ê Gulana 2025an, kabîneya Îsraîlê pêşnûmeqanûnek pejirand ku tê de tevahiya Xezeyê dê bê kontrolkirin. Ev biryar piştî banga serfermandarê artêşê hat dayîn ku daxwaz kir bi deh hezaran leşkerên yedek tev li artêşê bibin.
Serfermandar got:
“Me ji bi deh hezaran leşkerên yedek xwest ku îro dîsa tev li bibin ji bo destpêkirina qonaxeke nû ya şer.”
Kabîneyê biryar da ku ev yek heta dawiya gera Rojhilata Navîn a Donald Trump a di dawiya Gulanê de neyê pêkanîn.
Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.




