Wezîrê Dadê yê Iraqê: Biryara parêzgehbûna Helebçeyê nayê betalkirin

PeyamaKurd – Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şiwanî îro di daxuyaniyek çapemeniyê de got, “Ji îro û pê ve, Helebçe dê li gorî Qanûna Hejmar 7an a 2025an wekî parêzgehek were nas kirin.”
Şiwanî diyar kir ku hefteya bê dê hemû rayedarên Iraqî werin erkdarkirin ku Helebçeyê wekî parêzgeheke Iraqî ya serbixwe bihesibînin û got,
“Ez nafikirim ku tu gilî statuya parêzgehê ya Helebçeyê betal bike. Di rewşeke weha de, em ê hemû hewla xwe bidin ku Helebçeyê bikin parêzgeh.”
Parlamentoya Iraqê di 14ê Nîsana 2025an de pêşnûmaya qanûnê pejirand.
Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd di 29ê Nîsanê de li Koşka Komarê ya li Bexdayê fermana dayîna statuya parêzgehê ji bo Helebçeyê îmze kiribû.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




