SOHR: Komek ciwan li Şamê ji ber axaftina bi Kurdî hatin desteserkirin

SOHR: Komek ciwan li Şamê ji ber axaftina bi Kurdî hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên ewlehiyê li Şamê, paytexta Sûriyeyê, pênc ciwanên Kurd ji ber axaftina bi Kurdî girtine.

Li gorî daxuyaniyek ji aliyê SOHRê ve hatiye weşandin, pênc ciwanên ji Efrînê roja Înê 18ê Tîrmehê li navçeya Mazza ya Şamê ji ber axaftina bi Kurdî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Hêzên ewlehiyê nêzîkî wan bûn û ji wan pirsîn, 'Hûn Kurd in?' Piştî wergirtina 'Erê', wan ciwan girtin û birin cihekî ne diyar."

Çavdêriyê diyar kir ku çarenûsa pênc ciwanan nayê zanîn.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.