Tirkiye: “Hevkariya di seha enerjiyê ya navbera Tirkiyê û Iraqê pêşde diçe”

Tirkiye: “Hevkariya di seha enerjiyê ya navbera Tirkiyê û Iraqê pêşde diçe”

PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê Ahmet Berat Çonkar ragihand ku wê bi Iraqê re potansiyela enerjiyê zêde bibe, wê xeta borûya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê ji nûh de vebe. Wê têkiliyên Iraqê û Tirkiyê di seha xazê û elektrîkê de jî fireh bibe.

Ahmet Berat Çonkar got wê têkiliyên di seha enrjiyê de bi Iraqê re li gor berê dê bêhtir pêşde here. Çonkar, li Bexdayê tevî ‘Forma enerjiyê ya Bexdayê ya navdewletî’ bû û ji çapemeniyê re weha got:

“Bi taybetî xeta borûya petrolê ya Kerkuk-Ceyhanê ji sala 1970yan heya niha dixebite. Di rojên dawiyê de petrola tê de here, car din di rojevê de ye. Em bi Iraqê re rojevê dişopînin. Dibêjin ku bi şîrketên petrolê yên navdewletî, bi Herêma Kurdistanê û Bexdayê re hindik maye hevdîtin encam bidin. Piştî li hevkirin bibe, wê xet di asta herî zêde de bixebite.

Wê xeta petrolê di astekî dinê de bixebite, di têkiliyan de xaz, elektrîk û Proja Rêya Geşepêdanê di nav de tev bi bi Iraqê re tên muzakerekirin. Niha em dixwazin bingeha van projeyan amade bikin.”

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.