Trump: "Di operasyona keştiya madeyên hişbir de 11 kes hatine kuştin"

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku di êrîşeke li ser keştiyeke barkirî ya madeyên hişbir ku ji Venezuelayê derdiket de li başûrê Karayîbê 11 kes hatine kuştin.
Trump di posteke xwe ya li ser hesabê xwe yê Truth Social de ku li Amerîkayê ye, hûrgiliyên êrîşa li ser keştiyê li peravên Venezuelayê ji aliyê hêzên leşkerî û deryayî yên Amerîkayê ve eşkere kir.
Trump bi bîr xist ku êrîş li dijî çeteya Tren de Aragua ya li Venezuelayê hatiye kirin û ragihand ku 11 kes hatine kuştin.
Trump diyar kir ku di êrîşê de zerarê negihîştine hêzên Amerîkayê.
Trump di civîna çapemeniyê ya Qesra Spî de ku wî Fermandariya Fezayê ragihand, di bersiva pirsek li ser êrîşê de got, "Demek dirêj e ku gelek madeyên hişbir tên welatê me û piraniya wan ji Venezuelayê dihatin. Ji ber vê yekê me ew têk bir"





