Berbijêra PDKyê ya Silêmaniyê: Rêya yekîtî û avadaniya Kurdistanê di Bexdayê re derbas dibe

PeyamaKurd – Berbijêra Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê, Şîlan Mihemed Zengenetê di hevpeyvînekê de bi BasNewsê re stratejiya partiya xwe ji bo qonaxa nû aşkera kir. Zengene tekez kir ku bi destxistina pozîsyoneke bihêz li Bexdayê ne tenê ji bo parastina mafên Kurdan li Herêma Kurdistanê , lê di heman demê de ji bo bidawîkirina sîstema "pêncî bi pêncî" û misogerkirina xizmetguzariyeke wekhev ji bo tevahiya Herêma Kurdistanê, di nav de Silêmanî, giringiyeke jiyanî heye.
Zengeneyê diyar kir ku armanca sereke ya PDKyê ew e ku vîzyona Serok Barzanî ya "yek herêm, yek hikûmet, yek perleman û yek artêş" pêk bîne. Li gorî wê, "Eger PDK li Bexdayê bihêz be, dê bikare qonaxa pêncî-pêncî li herêmê derbas bike. Ev yek dê rê veke ku avadanî û xizmetguzarî bi awayekî adil bigihîje hemû deverên Kurdistanê."
Berbijêra PDKyê pesnê kar û xebatên kabîneya 9emîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê veda û projeyên ku hatine cîbicîkirin weke "cihê serbilindiyê" bi nav kir. Wê got, "Projeyên kabîneya 9emîn binesaziya Herêma Kurdistanê bi awayekî berbiçav xurt kiriye û ev yek mînaka herî baş a pabendbûna PDKhê bi xizmetkirina gel re ye."
Di beşeke din a axaftina xwe de, Şîlan Zengeneyê bûyerên 16ê Cotmehê weke "bîranîneke tal" û "windahiyeke mezin" bi nav kir û tekez kir ku PDK dê bi tu awayî rê nede dubarebûna xiyaneteke wiha. "Dîroka me tijî ye bi bazirganên siyasî û xayin. Ji bo ku em karibin li hemberî van metirsiyan bisekinin, giring e ku PDK bihêz be," wê got.
Di dawiyê de, Zengeneyê bang li welatiyan kir ku bi hişmendî dengê xwe bi kar bînin û "hêz û vîzyona PDKyê ya ji bo avakirina Kurdistaneke bihêz û yekgirtî bibînin û baweriya xwe bidin lîsteya 275ê."
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.




