Li gundekî Qelqeliyê 2 koman bi çekan şer kir: Kuştî û birîndar hene

Li gundekî Qelqeliyê 2 koman bi çekan şer kir: Kuştî û birîndar hene

PeyamaKurd – Li navçeya Qelqeliyê ya bi ser parêzgeha Wanê ve, di şerê çekdarî de yê ku di navbera du koman de derket, kesekî jiyana xwe ji dest da û 19 kesên din jî birîndar bûn.

Bûyer li gundê Keşîşê (Aşağı Ayazca) qewimî. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, nîqaşa ku ji ber sedemeke hêj nediyar di navbera her du aliyan de dest pê kir, di demeke kurt de veguherî şerekî bi çekan.

Li ser agahdarkirinê, hejmareke zêde ya tîmên cendirme û tenduristiyê yên 112an demildest sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar, piştî midaxeleya destpêkê ya li cihê bûyerê, bi ambûlansan bo nexweşxaneyên li Qelqelî û navenda Wanê hatin rakirin.

Hate ragihandin ku hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.