Cehwer Elî Beg: Ne ji Serok Barzanî bûya, wê hemû Êzidî bihatina tunekirin

PeyamaKurd- Cîgirê Mîrê Êzîdiyan Cehwer Elî Beg, di salvegera 11emîn a jenosîda Êzidiyên Şingalê de bal kişand ser rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge di rizgarkirina Şingalê û alîkariya Kurdên Êzîdî de û got, eger Serok Barzanî û Pêşmerge nebûya, wê hemû Êzîdîyên li navçeyê bihatina tunekirin.
Cîgirê Mîrê Êzidiyan Cehwer Elî Beg ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin: "Berî rizgarkirina Şingalê, em bi Mîr Hazim Husên Beg, Babaşêx û hejmarek serokên eşîran re civiyan û çûn cem Serok Barzanî. Serok Barzanî ji ber wê karesatê gelek nîgeran bû û soz da ku heta nefesa xwe ya dawî Kurdên Êzîdî biparêze û divê Şingal û tevahiya herêmê were rizgarkirin û keçên Êzîdî ji destên terorîstên DAIŞê werin rizgarkirin. Şerekî mezin li Şingalê hate kirin û 508 şehîd hatin dayîn. Pêşmerge û şervanên Êzîdî di rizgarkirina Şingalê de roleke qehremanî lîstin. Serok Barzanî bi xwe li Şingal û Sihelayê ma û serpereştiya şer û rizgarkirina herêmê kir."
Elî Beg got: "Serok Barzanî di civînê de berê xwe da me û got, 'Ez soz didim we ku em ê bi serbilindî li Çiyayê Şingalê bicivin. Serok Barzanî soza xwe anî cih û em hemû bi serbilindî çûn Şingalê.’’
Cîgirê Mîrê Êzidiyan da zanîn: "Tiştê ku Serok Barzanî kir wêrekiyeke mezin bû. Ger Serok Barzanî û Pêşmerge nebûna, tiştek bi navê Êzîdiyan nedima, ji ber ku ferman hatibû dayîn ku ew werin tunekirin.’’
Ev nivîs 160 car hatiye xwendin.




