ENKS: Komîteya danûstandina bi Şamê re hîn nehatiye avakirin

PeyamaKurd – Berdevkê Encumena Neteweyî ya Kurdî ya li Sûriyeyê (ENKS), Feysel Yûsif ragihand ku komîteya ku dê bi hikûmeta Şamê re danûstandinan bike hîna nehatiye avakirin.
Feysel Yûsif, derbarê biryarên “Konferansa Yekîtî û Helwêsta Hevbeş a Kurdên Rojava” de ji ajansa ANHAyê re axivî.
Wî diyar kir ku hîn dîroka civîna ji bo nîqaşkirina mijarên konferansê nehatiye diyarkirin û ev civîn dê di demek nêzîk de bê lidarxistin.
Wî got, “Nêrîn û pêşniyar hene, lê biryareke dawî li ser van mijaran nehatiye dayîn,” û tekez kir ku avakirina şandeya ji bo hevdîtinên bi Şamê re hîna di qonaxa nîqaşê de ye.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.





