Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin

Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê îro, 02.05.2025an ragihand ku yekem bûyera nexweşiya tayê xwînrijandina Kirim-Kongoyê (CCHF) li Herêma Kurdistanê hat tomarkirin.

Berdevkê wezaretê Serkar Surçî got ku nexweş, qesabekî 42 salî yê ji Koyê, parêzgeha Hewlêrê ye, li nexweşxaneyeke herêmî di bin çavdêriyê de ye û rewşa wî stabîl e.

Ji aliyê din ve, li gorî daneyên li ber dest ji serê sala 2025an ve li Iraqê 36 kes bi vê nexweşiyê ketine û ku ji wan 7 kesan can daye.

 

Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.