Rejîma Îranê li Merîwanê mamostayeke Kurd ji karê wê bi dûr xist

Rejîma Îranê li Merîwanê mamostayeke Kurd ji karê wê bi dûr xist

PeyamaKurd – Dadgeha Îstînafê ya rejîma Îranê, mamosteya Kurd, Somayeh Aqtarşamar a ji Merîwanê ji karê wê bi dûr xist.

Şaxa 31emîn a Dadgeha Îstînafê ya Dadgeha Edaletê ya Îdarî ya Rejîma Îranê, mamostaya Kurd, Somayeh Akhtarşamar (37) a ji bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji karê wê bi dûr xist.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, biryar di rojên dawî de bi nivîskî ji wê re hat ragihandin.

Hat ragihandin ku di 17ê Adara 2012an de, desteya lêkolîna binpêkirinên îdarî ya parêzgeha Kurdistanê biryara bidûrxistina wê dabû.

Hate diyarkirin ku ew bi tohmetên “piştgirîkirina komên dijminane”, “belavkirina nûçeyên derew li dijî Komara Îslamî ya Îranê”, “endamtiya çalak di Sendîkaya Mamosteyan a neqanûnî de”, “sêwirandina pirsên azmûna Îngilîzî ji bo piştgiriya xwepêşanderan”, û “piştgiriya komên dijminane li Herêma Kurdistanê di qada sîber de” hatiye tawanbarkirin.

Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.