Li Kerkûkê û çend bajarên Iraqê gelek kes ji ber tozê rakirin nexweşxaneyê

PeyamaKurd – Gelek bajarên Iraq'ê di bin bandora bahozeke tozê ya tund de ye, ku bûye sedema bi sedan nexweşiyên bêhnê û birîndariyên laşî li çend parêzgehan.
Li Besrayê, Rêveberiya Tenduristiyê 363 bûyerên zehmetiyên nefesê tomar kirine, û nexweş li navendên bijîşkî tên dermankirin. Yekîneyên beşa lezgîn ên bajêr duh û îro di rewşa amadebaşiyê de ne ki ber berdewamiya şertên hewayê yên xirab.
Hat diyarkirin ku di destpêka vê hefteyê de jî, bahozeke din a tozê li Besra û Necefê zêdetirî 190 haletên bi vî rengî çêkiribû.
Li Herêma Kurdistanê, li Kerkûkê jî pankarteke mezin li Kolana Bexdayê ji ber tundiya bahozê hilweşiya, û çar kes birîndar bûn. Karbidestekî tenduristiyê ragihand:
“Bahozê dîtin hema hema asteng kir, û pankart bi awayekî neçaverêkirî ket.”
Hat ragihandin ku birîndar êi Nexweşxaneya Giştî ya Kerkûkê têne dermankirin.
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.





