Li Nînowa bombeya paşmayê DAIŞê teqiya: Şivanek mir

Li Nînowa bombeya paşmayê DAIŞê teqiya: Şivanek mir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 2yê Gulanê bombeyeke vedayî ya paşmayê dema DAIŞê li sînorê parêzgeha Nînowa teqiya û di encamê de şivanekî jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyeke ewlehiyê li Nînowa ji medya Iraqê re ragihand, li Dola Melusî ya li sînorê parêzgeha Nînowayê bombeyeke çandî ya paşmayê DAIŞê di dema çerandina pez de di şivanekî de teqiya û şivan bi giranî birîndar bû.

Hate diyarkirin ku şivan li cihê bûyerê can daye û termê wî bo nexwaşxaneyê hatiye veguhestin.

Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.