Serokwezîr Barzanî Dêra Ûm Nûr a Enkaweyê vekir

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Cotmehê Dêra Ûm Nûrê li bajarokê Enkawe ya parêzgeha Hewlêrê vekir.
Dêra Ûm Nûrê li ser rûberê şeş hezar metran û bi çar milyar û 290 milyon dînaran li Enkaweyê hatiye çêkirin û cihê hezar kesan tê ve dike.
Li gorî gotina metranekî, vekirina wê dêrê ji bo Xiristiyanên Herêma Kurdistanê û deverê pir girîng e.
Bajarokê Enkaweyê yekane bajarokê Herêma Kurdistanê ye ku tu komelgeh û gundên wê tune ne û li navenda bajarê Hewlêrê ye.
Enkawe bi biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2014an bûbû bajarok. Piraniya xelkê wê Kildanî û Asûrî ne, ku piraniya wan girêdayî Dêra Katolîk a Kildanî ne.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




