Heyeta Îmraliyê peyama nû ya Ocalan parve kir: Pedivî bi peymaneke nû heye

PeyamaKurd – Endamên Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol îro li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Heyetê piştî hevdîtinê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de peyama Ocalan ji bo raya giştî hebû. Ocalan got, "Pêdivî bi peymanek nû li ser bingeha qanûna biratiyê heye," û peyama wî wiha ye:
"Wekî Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê, me di 18ê Gulana 2025an de li Girava Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de, Birêz Ocalan ev peyam ji raya giştî re ragihand:
Min dixwest ez cara dawî bi Sırrı Sureyya Onder re biaxivim. Ew bîranînek hêja ye. Divê zindî bimîne. Ew ji bo Tirkiyeyê kesekî zana û xwedî ilim bû. Em ê tunebûna wî nedin hestkirin.
Pêdivî bi peymanek nû li ser qanûna biratiyê heye. Tiştê ku em dikin guhertinek mezin a paradîgmayê temsîl dike.
Cewherê têkiliya Tirk-Kurd bi temamî cuda ye, tiştê ku zirarê dibîne têkiliya biratiyê ye. Bira bi hev re şer dikin, lê yek bêyî yê din nikare bijî. Em yek bi yek dafik û mayînên ku zirarê didin vê têkiliyê paqij dikin û rê û pirên zerardar tamîr dikin.
Dixwazim spasiya rewşenbîran bikim, di kesayetiya Alain Badiou û Slavoj Zizek de ku peyam, daxwazên hevgirtinê û name derbarê pêvajoya aştî û biratiyê ya ku me bi rêya şandeya me pêşxistiye ji min re şandin. Ez hêvî dikim ku di xebata hevbeş a navneteweyî û sosyalîst de bicivin."





