Scott Bates: Herêma Kurdistanê dostekî girîng û pêbawer ê Amerîkayê ye

PeyamaKurd – Scott Bates, lêkolînerê payebilind ê Projeya Ewlehiyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, got ku rayedarên Kurd ji aliyê Amerîkayê ve pir rêz lê digirin û gotinên wan tên guhdarîkirin û herwiha got ku Herêma Kurdistanê dostekî girîng û pêbawer ê Amerîkayê ye.
Scott Bates roja Yekşemê, 18ê Gulana 2025an, ji K24 re got ku serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Washingtonê di demek pir girîng de tê, ji ber ku Serokê Amerîkayê Donald Trump çend roj berê ji serdana xwe ya bo Rojhilata Navîn vegeriya.
"Herwiha di hevdîtinên Serokê Amerîkayê bi serokên dewletên Rojhilata Navîn re jî behsa Kurdan tê kirin ku ev yek pir girîng e." Bates got, "Herêm dostekî girîng û pêbawer ê Dewletên Yekbûyî ye. Karbidestên Kurd ji aliyê Dewletên Yekbûyî ve pir rêz lê digirin û gotinên wan tên guhdarîkirin."
Derbarê avahiya nû ya Balyozxaneya Amerîkî ya ku tê plankirin li Hewlêrê were vekirin de Bates got, "Avakirina avahiya herî mezin a Balyozxaneya Amerîkî li Hewlêrê careke din piştrast dike ku Amerîka çiqas girîngiyê dide Herêma Kurdistanê û dixwaze têkiliyên xwe bi herêmê re xurt bike."
Bates destnîşan kir ku rêveberiya nû ya Amerîkayê wê hevkariyeke xurt û girîng bi Herêma Kurdistanê re bidomîne û têkiliya di navbera Amerîka û Kurdan de 25 sal in berdewam dike û tekez kir ku Herêma Kurdistanê bi Demokrat û Komarîyan re têkiliyên baş hene.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani, roja Şemiyê 17ê Gulana 2025an, li ser vexwendina hikûmeta Amerîkayê serdana Washingtonê kir.





