John Dickson: Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê girîng e

PeyamaKurd – Şêwirmendê Payebilind ê Weqfa Aştiya Cîhanî John Dickson, diyar kir ku serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Washingtonê derfeteke girîng e ji bo xurtkirina têkiliyên bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de.
John Dickson, di daxuyaniya xwe ya ji bo K24ê roja Yekşemê 18ê Gulana 2025an de, kêfxweşiya xwe ji serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzani bo Washingtonê nîşan da û destnîşan kir ku mijara sereke ya hevdîtinan wê li ser sektorên enerjî, petrol û bazirganiyê be bi armanca misogerkirina aramiya herêmê û xurtkirina têkiliyên di navbera Hewlêr û Washingtonê de bi rêya bazirganiyê.
John Dickson bi gotina ku vexwendina Serokwezîr nîşana rêzgirtina Washingtonê ji bo Hewlêrê ye got ku ev serdan ji bo aliyan derfeteke girîng bû ku gelek tiştên bêhempa bikin û di herêmê de cûdahiyek çêbikin.
Dickson diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê xwedî girîngiyeke mezin e û têkiliya di navbera Washington û Hewlêrê de bêhempa û xurt e û got, "Herêma Kurdistanê bi taybetmendiyên xwe yên piretnîkî, olî û jiyana hevbeş ji welatên din cuda ye û di herêmê de mînakek bêhempa û balkêş e."
John Dickson got, "Berjewendiya Amerîkayê li herêmê ne tenê aramî ye, lê di heman demê de pêşîgirtina li aloziyan li herêmê ye, ku ev di bin desthilata Herêma Kurdistanê de ye. Ji ber ku ew herêmeke aram e li Rojhilata Navîn û ji ber vê yekê bûye navenda bala Amerîkayê."
Dickson, tekez kir ku hêzên Pêşmerge şervanên bêhempa ne li herêmê û got, "Ez difikirim ku ew li dijî terorîzmê û ji bo aştiyê şer dikin, ji ber vê yekê em dixwazin tevahiya cîhanê çîroka Pêşmerge bizanibe."





