Hikûmet li Amêdiyê projeyan pêk tîne, lê ji ber nebûna ewlehiyê xelk nikare vegere

Hikûmet li Amêdiyê projeyan pêk tîne, lê ji ber nebûna ewlehiyê xelk nikare vegere

PeyamaKurd – Li devera Amêdiyê projeyeke mezin a xizmetguzariyê ya bi nirxê 24 milyar dînaran tê cîbicîkirin, lê Qaymeqamê Amêdiyê dibêje ku ji ber nebûna ewlehiyê, xelkê zêdetirî 200 gundên valakirî hîn jî nikarin vegerin ser mal û warên xwe.

Qaymeqamê Amêdiyê, Warşîn Selam, îro di daxuyaniyekê de ragihand ku projeya li devera Geliyê Balindeyê heta gundê Sîdayê ji du beşên serekî pêk tê: gihandina elektrîka nîştimanî û çêkirina rêyeke bi dirêjahiya 14 kîlometreyan. Li gorî gotinên wî, nêzîkî 90% ji karên çêkirina rêyê bi dawî bûne û tê payîn ku di nava vê mehê de bi temamî xilas bibe.

Lê belê, Qaymeqam Selam bal kişand ser pirsgirêka herî mezin a herêmê ku ew jî nebûna ewlehiyê ye. Wî got, "Piraniya gundên ku vala ne, xelkê wan hîn venegeriyane, ji ber ku ewlehî li wan deveran bi temamî pêk nehatiye."

Warşîn Selam tekez kir ku sedema sereke ya valabûna zêdetirî 200 gundên li sinorê qezaya Amêdiyê, şer û pevçûnên berdewam ên di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de ne. Wî di dawiyê de got, "Xelk daxwaza vegerê dike, lê ji ewlehiya canê xwe ne piştrast in, ji ber ku rewş hîn jî ne zelal e û guman li ser heye."

Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.